Yapicioglu: Em ê tu dem îzîn nedin ku hûn li ser me leyîstikan saz bikin û miletê aciz bikin!

Yapicioglu ji mirovên ku li dijî partîya wî reşkirinê dikin re bertek nîşan da, bal kişand dijminên milletê ku ji bo menfeatên xwe yên sîyasî û sibe roja xwe dixwazin zarokan xelkê ji hev re bikin neyar berê tîrên xwe dane HUDA PARê.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hat Bêdlîsê, li vê derê bin qonwoyê xelkê silav kir.

Piştî zîyareta dikandaran Yapicioglu bi endamên çapemenîyê re hat cem hev.

Yapicioglu destnîşan kir wan kesên ku li dijî partîya wî zimanê reşkirinê bi kar tînin ew ê serfiraz nebin, “Bi îzna Xwedê ew ê vê carê milletê me ji wan kesên ku zimanê gemar bikartînin re prîmê nedin, ew ê ji wan re cewaba ku heq dikin bidin wan.”

“Ez alema însanîyetê, alema Îslamê ji bona ku vê wehşeta sîyonîst bidin sekinandin û ji bona ku bi fiîlî dest bi kar bikin bang dikim”

Yapicioglu ji gotinên xwe re weha dest pê kir; “Lazimatîya memleket ji rihê Çeneqqeleyê re heye. Îro salvegera Zefera Behrê ya Çeneqqeleyê 18 Adarê ye. Ez dixwazim ku di vê salvegerê de bibêjim lazimatîya memleketê me ji rihê Çeneqqeleyê re heye. Dîsa îro ku em di salvegera zeferê îdreq dikin de mixabin ji Xezzeyê qîrînên hewarê bilind dibin. Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê; ji Rêkxistina Tendursitî ya Cîhanê, Neteweyên Yekbûyî, sazîyên navneteweyî alema Îslamê re bangekî wî heye. Ji Nexweşxaneya Şîfayê re êrîşekî wehşî hat kirin. Gelek şehîd û birîndar hene. Ew li çavê dinyayê dinhêrin û ji qetlîam û qirkirinên xwe re berdewam dikin. Û cardin nîşan didin ku ew ti qaîdeyekî navneteweyî û exlaqê nasnakin.”

“Wan kesên ku qazanên fitnê dixwazin geş bikin ew ê bi xwe bikevin nav wê qazan û kemînê”

Yapicioglu ji reşkirina Tulay Hatîmogullariya DEMê ku li dijî partîya wî bikaranîtibû re bertek nîşan da û weha got, “Endamên çapemenîyê ên bi qîmet, melûmê we ye ku em ketine nav du hefteyên dawîn ji bo hilbijartinê. Mixabin dîsa tiştên me di hilbijartina dinê de jî gilîyan dikir hene. Derheqê zimanê sîyasetê de me şîkayetan dikir. Em miştekî bûn. Zimanekî ku ji hilbijartina berê jî dijmintir e tê bikaranîtin. Daxwazîya me û tiştê ku me raste rast di xelkê de dîtîye ev e; bi îzna Xwedê vê carê ew ê xelkê me ji vê zimanê gemar re prîm nede, ji wan re bersiva ku heq dikin wê bidin wan. Bi îzna Xwedê ew ê wan kesên ku qazanên fitnê dixwazin geş bikin wê bi xwe bikevin nav wê qazan û kemînê. Yeka reben ku dibêje qey mercîyê meqamê ew e, çend roj berê li Wanê di daxuyanîyekî xwe de zen dike ku ew ê ji cîh û çawabûna sîyasetkirina me re ew ê qerar bide û kelîmeyên ku ji vê tiştê te îzîn nede re bi kar anîtîye. Ger ku ew li bêvîya, em ê ji wan îzinstandina bikaranîtina sîyasetê û nîşandayîna namzedên xwe bistînin bin, ew ê heta qîyametê bisekinin.”

“Em ê tu dem îzîn nedin ku hûn li ser me leyîstikan saz bikin û miletê aciz bikin”

Ji teref Yapicioglu ve ji wan kesên ku li dijî partîya wî zimanekî ku mirovan dike neyar bi kar tînin re bertekek tund hat nîşandan, “Yên ku ji bona ku em di Meclîsê de ne aciz in hene. Vê tiştê bi zelalî anîtin ziman. Niha jî ji ber ku em dikevin hilbijartinê aciz dibin. Ji ber ku em di tîfaqê de bûn yên ku aciz bûne hebûn. Niha em tena serê xwe dikevinê lê dîsa yên ku aciz dibin hene. Bila aciz bibin. Em ji acizbûna wan astengîyekî nabînin. Em dibêjin hûn dikarin aciz bibin. Zilam û pîrekno, hûn ji vêya emîn bin. Em ê îzîn nedin ku hûn me aciz bikin, em ê îzîn nedin ku hûn li ser me leyîstikan saz bikin û milletê aciz bikin. Em ê leyîstikên we û fitneyên we bi îzna Xwedê çawa ku berê vala xist, wê dîsa jî vala derxînin. Ji Îmam şafîî re pirsîne, dema fitnê de em ehlê heqîyê wê çawa bibînin, ew jî gotîye ku tîrên dijmin binhêrin, ew ê wê tîrê we ji ehlê heqîyê re bibe. Di demên dawîn de , wan kesên ku dixwazin ji bo menfeata xwe yên sîyasî û siberoja xwe ewladên milletê me ji hev re bikin neyar, wan ji hev sor bikin, wan cuda û parçe bikin, wan bikin qirika hev, berê tîrên xwe dane me. Di hedefa faşîstên nîjadperestan de HUDA PAR heye. Di hedefa hevserokê ku ji partîya projeya MÎTê re bi paraşûtê hatîye şandin de HUDA PAR heye. Di hedefa ji rê derketîyan de HUDA PAR heye. Di hedefa Laîkvanan de HUDA PAR heye. Di hedefa çepgir û kuçikperestên ku xeyn ji neyartîya dijminatîya dînî ti armancakî wan tineye de HUDA PAR heye. Hemû van alîyan rûyê cuda yê emperyalîzm û sîyonîzma kurewî ye. Lê bi îzna Xwedê em ê digel van gotinên wan yê gemar, hereqetê wan yê ku mirovan ji hev re dike dijmin, wan ji hev cuda dike û wan dike singê hev bi înadî û bi israrî li cîhên ku em diçin li wê derê wê tovên biratîyê, hizûr û başîtîyê bavêjin. Me ji fitnevanan re prîm nedaye. Em wisa bawer dikin ku ew ê xelkê me jî prîm nede û bi îzna Xwedê ew ê ew bi xwe bikevin nav kemîna xwe.”

“Em diçin hilbijartinê, em naçin herbê”

Yapicioglu, li ser zimanê ku di hilbijartinê de tê bikaranîtin balan kişand û weha got, “Me daîma got. Em cardin dibêjin. Û em ê gotina xwe jî berdewam bikin. Di pêşîya me de hilbijartinekî heye. Em diçin hilbijartinê, em naçin herbê. Ji ber vê yekê bila hemû kes ji zimanê ku bi kartîne re bidîqet be. Partîyên sîyasî reqîbên hevdu ne, dijminê hevdu nînin.”

“Ji bona ku em hilbijartinê qezenc bikin hemû xebata ku ji me tê em ê bikarbînin”

Zekerîya Yapicioglu îfade kir ku dibêjin qaşo em ê ji hilbijartinê vekişin, ev gotin derew in, em ji bona ku hilbijartinê qezenc bikin bi namzedên xwe ketine hilbijartinê, “Cîhên ku em diçin li wan deran hinek hene ku qey em nakevin hilbijartinê hereketê dikin û bi vê şeklê xeber didin, bi zanatî vê gotinê jî belav dikin. Hinek dibêjin ku qaşo ew ê HUDA PAR di dema dawîn de vekişe û di alîyê felan partîyê de piştgirîyê bide. Ev ne rast e û derew e. Em ji bona ku namzedên xwe vekişînin wan nîşan nedaye. Ji bona ku em hilbijartinê qezenc bikin hemû xebata ku ji me tê em ê bikarbînin.”

“Em ê di şaredartîya HUDA PARê de şaredartîya civakî derbixin pêş”

Yapicioglu destnîşan kir ku nerîna partîya wî ya di warê şaredartîyê de ‘şaredartîya civakî ye’ û ew ê vê nerînê derbixin pêş, “Gelek pirsgirêkên Bêdlîsa me heye. Tirkîye, welatekî wisa bi berekete ku ne tenê ji 85 milyon însanan re ev welat ji 185 milyon însanan re jî qîm dike. Feqet, di belavkirina qezencê de bêedaletî û bêwekhevî heye. Ji ber vê yekê ye ku hinek însanên me di debara xwe de pirsgirêkan dibînin. Ji ber vê yekê em dibêjin ku em ê di şaredartîya HUDA PARê de şaredartîya civakî derxin pêş. Bi îzna Xwedê ew ê di şaredartîya ku di destê me de be û birayên me yên HUDA PARî li wê derê bin wê ti kes birçî nemîne û di derve de nemîne. Ji bo ciwanên me , pîrekên me, bêkarîyên me û feqîrên me projeyên me hene. Bi îzna Xwedê ji bona ku em van projeyên xwe bikin rewacê ji xelkê xwe destekê dixwazin. Û êdî wexta naskirina Bêdlîsê ya bi şaredartîya HUDA PARê re hatîye.”

“Em ê di vê hilbijartinê de, li gorî rayên hilbijartinên berê wê çend qet zêde bikin”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu derheqê pileya raya partîya xwe de daxuyanî da, îfade kir ku ew li gorî hilbijartina berê wê di vê hilbijartinê de ew ê rayên xwe çend qet zêde bikin.

Yapicioglu derheqê anketan de jî axivî û diyar kir wan anketên ku partîya wan nakin lîsteyan ew ê mehcup bibin:

“Di anketên berê de me vê tiştê didît: Di sala 2018an de gelê me HUDA PARê hindik nas dikir û hindik bihîstibû. Lê di vê sala 2024an de tabloya 2018an tineye. Di sala 2018an de ji sedî 80ê welatîyên me haya wan ji HUDA PARê tinebû. Niha ji sedî 80ê zêdetir welatîyên me haya wan ji HUDA PARê û sîyaseta HUDA PARê heye. Ji ber vê yekê ez wisa bawer dikim ku em ê di vê hilbiljartinê de rayên xwe gelek zêde bikin bi îzna Xwedê. Hûn li şîrketên anketan nenêrin. Em di her cîhê de vê tiştê dibînin. Li Mûşê welatîyekî me ji me re got. Şîrketekî anketê telefonê min kirîye û ji min pirsîye tuyê raya xwe bidî kê. Partîyan jimartîye û wî mirovê ji wan re gotîye partîya ku ez raya xwe bidime di vê sireyê de tineye. Şîrket ji wî re dibêje partî hemû ev in. Vêcarê ew pirsîye çima HUDA PAR tineye? Ew jî gotîye HUDA PAR di lîsteya me de tineye. Ez wan şîrketên ku dirustin tenzîh dikim û wan cuda dikim. Lê wan şîrketên ku li gorî pereyan dixebitin hewaleyê feraseta xelkê xwe dikin. HUDA PAR deng bi deng tê.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

20 xwendekar bi sivikî birîndar bûn
UNRWA: Nexweşxaneyên li Xezzeyê li ber mirinê ne
Parlamenterê HUDA PARê Demîr, li Stenbolê beşdarî fûara xalîyan bû
NY: Em bi fikar in ku pitik ji ber hewaya sar li Xezzeyê biqefilin
Serokkomar Erdogan, Mesrur Barzanî qebûl kir