Di kongreyê de Mehmet Tayyîp Durgun wezîfeya xwe ji Veysî Yumlu re dewr kir.
Yapicioglu derheqê qirkirin û qetlîama li Xezzeyê de axavtinek kir û got ew ji 7ê Cotmehê vir ve ji bona mirovên ku hewceye dest bi hereketê bikin bidin hereketkirinê di meydanan de ne.
Yapicioglu, “Rêxistinên civakî ya sîvîl di meydanan de ne, xelk di meydanan de ne. Bangên boyqotê tên kirin, meş tênê kirin. Tê gotin ‘qetlîamên ku li dijî ekîbên tenduristî tênê kirin bila bênê sekinandin’. Tê gotin ‘Bila hemkarmendên me mecbur nemînin ku bênarqoz emelîyatan bikin’. Lê hinek kesên ku hewceye dengê xwe derxin û dest bi hereketê bikin mixabin hereket nakin. Axavtina hinekan hatîye qedexekirin. Hinek jî bi îradeyên xwe gem li devê xwe xistine. Hinek jî hene ku gerek hereketê bikin lê di cîhê wî de bes diaxivin. Yanê mirovên deshilatdar bes diaxivin. Lê xeberdan wan zaliman nade sekinandin. Wan kesên ku disekinin dibêjin ku ew ê ev zilm ji teref Neteweyên Yekbûyî ve an jî ji teref sîstemên kûrewî û navneteweyî ve bê sekinandin, ew ê bisekinin û bisekinin bila vê tiştê jî ewakî zanibin.”
“Sîyonîstan heyfa neserfirazîyên xwe yên di meydana cengê de bi qetilkirina zarok û pîrekan distînin”
Yapicioglu bal kişand qetlîamên ku ji 70 roj ê zêdetire tênê kirin li ber çavên dinyayê tênê kirin, “Dema ku ew li hember micahîdên ku di destê wan de çek hene û bersivê wan didin re rûbirû dibin derbeyên giran distînin. Çokên wan sist dibin û ji tirsa dilerizin. Çêrê hevdu dikin û ji meydana cengê direvin. Heyfa wê jî ji sebîyên ku hêj nizanin xeber bidin û nikarin birêvin distînin, heyfên xwe ji pîrekan distînin. Ev ne însan in, ew bi temamî ji însanîyetê dûrketine. Di herba nav seheyê de tenê na, di herba medyaya civakî de jî micadeleyekî mezin heye. Ew dixwazin ku micahîdan reş bidin nîşandan. Ji bona ku qetlîamên xwe veşêr bidin û wan micahîdên bişeref wek terorîstan nîşan bidin zextên xwe didin ser çapemenî û medyaya navneteweyî. Di vê herbê de gelek kes hene ku di sefên wan de ne. Di sefên wan de gelek virekçî hene. Feqet vê carê di vê meseleyê de jî neserfiraz bûn. Ew di medyayê de jî winda kirin. Bi îzna Xwedê ev nîşana hatina dawîya wan e.”
“Heta ku ji destê we tê ji wan mezluman re di warê meddî de alîkarîyê bikin”
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de îfade kir “hemû dinya jî bêdeng bimîne em ê bêdeng nemînin” û dûre jî axavtina xwe weha domand:
“Em xeber didin, belê em dawet dikin, em bang dikin lê mixabin mirovên ku hewceye fiîlî hereketê bikin ew jî wek me xeber didin. Lê heta ku ew şîyar bibin û dest bi hereketê bikin em ê jî dengê xwe bilind û zêde bikin û em ê van bangên xwe jî bidomînin. Ma gelo em ê tenê bangên bigotin bikin? Na. Banga xûşk û birayên me yên li wê derê hêj berdewam dike. Ji me re dibêjin ‘Meydanan vala nehêlin’ ew ji me re dibêjin ku di nav reqeman de nemînin, yanê nebijin em hindik derketine an jî pir derketine derve. Û yên dinê jî ji me re dibêjin ‘ji me re alîkarîyan bişînin, alîkarîyên ku hûn dişînin ji cîhên ku lazimatî heye re dighêje. Ji li vê derê ez jî cardin vê bangê dubare dikim. Heta ku ji destê we tê ji wan mezluman re alîkarîyê bikin. Hetta zorê bidin îmkanên xwe û alîkarîyên xwe yên meddî zêde bikin.”
“Ji AK Partî 3, ji HUDA PARê jî 3 kes hevdîtinan dikin”
Yapicioglu derheqê hilbijartin û tîfaqê de jî axivî û weha got:
“Hevdîtinên me yên tîfaqê hene. Encama ku ji li wê derê derketîye ev e, me ji serî ve got ku em karên bidizî û piştderîyan nakin. Wekî ku hinekan dikin em di binê maseyê de xwe veşêr nadin. Dema ku em tîfaqê bikin wê vê tiştê jî eşkere bikin û bibêjin ‘me tîfaq kirîye.’ Dema ku em tîfaqê nekin jî wê bibêjin ku me nekirîye. Bi Birêz Serokkomarê me re çend hevdîtinên me çêbûn. Herî dawîn jî roja çarşembeya borî çêbû. Wî ji me re got ku ew dixwaze tîfaqeqî wek ku di hilbijartina giştî de heye bila di hilbijartina mehellî de jî hebe. Me jî ji wî re got di vê meseleyê de lazim e ku îradeya me wek hev be. Erê, em jî wek prensîbî dikarin qebûl bikin. Derheqê vêya de jî lijne hatin sazkirin. Van sazîyan jî ji AK Partîyê 3 kes, ji HUDA PARê jî 3 kes in û bi vê şeklê hevdîtin tênê kirin. Van lijneyan di warê ku tîfaqekî ku ew ê li ku derê bibe, bi çi şeklê bibe de ji bo encamekî herî baş dixebitin. Feqet hêj encamekî ku zelal bûye tineye.”
Yapicioglu derheqê destheqê kêmtirîn de jî axivî û destnîşan kir ku li gorî meha Mijdara sala 2023yan ji bona mirovekî ezeb tenê lazimatî ji 18 hezar û 239 Lîreyî heye. (ÎLKHA)