Yapicioglu: Temamê aktorên kurewî dibêjin ‘Bila ev zilam biçe”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapiciogluyê ku dê li Stenbolê beşdarî mîtîngê bibe serdanên xwe yên welatîyan didomîne.

Yapicioglu: Temamê aktorên kurewî dibêjin ‘Bila ev zilam biçe”

Yapicioglu di vê bergehê de çû serdana Lokala Weqfa Erzurumê. Yapicioglu û heyeta pêre ji teref lijneyeke qelebalix a weqfê ve hat pêşîwazîkirin.

Rayedarên weqfê ji ber ziyareta ku hat kirin kêfxweşîyên xwe anîn zimên. Di ziyaretê de Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu derheqê hilbijartinan de û derheqê tiştê ku bê anîn serê welêt de nirxandinek kir û got: “ Divê em li hember wan lîstikên ku di qada kûrewî de li hember Tirkîyeyê tê lîstin haydar bin. Lewra temamê kesên ku dinyayê wek çewliga xwe dibînin dixwazin û dibêjin bila ev zilam here. Ango daxwaz û derdê wan çûyîna Erdogan e.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri