Yekîtîya Desteka Navneteweyî Ya Ji Bo Filistîn û Qudsê banga domandina xwepêşanan kir

Ji teref Yekîtîya Desteka Navneteweyî ya Ji Bo Filistîn û Qudsê banga berdewamkirina xwepêşanên ku li dijî “Peymana Sedsalê” hatibû destêkirin, kir.

Buroya Çapemenîyê ya Yekîtîya Desteka Navneteweyî ya Ji Bo Filistîn û Qudsê  ji ser medyaya civakî derbarê mijarê de vîdyoyek weşand. Di vîdyoya ku hat weşandin de ji Mislimanan hat xwestin ku bi hasttaga bi navê "ضد_الصفقة_والتطبيع#" (em li dijî Peymana Sedsalê û dengknekirina li dijî peymanê ne ) destekê bidin Filistînîyan û meseleya Quds û Filistînê di rojevê de bê girtin.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de wisa hat gotin: “Piştî ew qas felaket, îşxal, polîtîkayên cihûkirinê û dîwarên cudaker ên ku hatin lêkirin re çi di holê de mabe tê xwestin bi ‘Peymana Sedsalê’ ji Filistînîyan bê standin. Hinek  hikûmetên Ereban  dengê xwe ji vê peymanê re nekirin û xweşa wan çû. Lê gel xwe berdan kolanan û qêrîyan ku ew ê zerreyeke axên Filistînê bi dev kesî de bernedin. Ey gelên azad ên Ummeta Îslamê! Em wek Yekîtîya Desteka Navneteweyî ya Ji Bo Filistîn û Qudsê bagn li we dikin, vê helwesta xwe ya ji bo Quds û Filistînê bidomînin û destekê bidin xebata me ya 'ضد_الصفقة_والتطبيع#”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji Karûbarên Hiqûqê yên HUDA PARê bertek nîşanî îadekirina Ozbekiyên ku rahîbên sîyonîst kuştin bo Îmaratê
Li Mereşê di mezinahîya 4,1an de erdhejek çêbû
Wesayît gêrê şerempolê bû: Mirîyek, 2 birîndar
HUDA PAR: Kengî meseleya Kurdan were rojevê PKKê nehiştîyê ku ev mesele bê axavtin
Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da