Yetîm-Dera Ewrûpayê ji ber minasebeta Remezanê bênavber xebatên xwe yên alîkariyê didomîne.
Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku saziya alîkariyê ya navteweyî ye piştî lêhiya ku li Srî Lanka rabûbû re destên alîkariyê ji xelkê heremê re dirêj kiribû. Yetîm-Der vêcar jî li bajêra Trincomaleeya Srî Lankayê xwarina fitarê da telebeyan û xelkê mexdûr.Xwarina fitarê li Mizgefta Rahman hat dayîn.
Arîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpayê di derbarê mijarê de diyar kir ev alîkarî bi wesîleya kesên xêrxwaz tên kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Qampanyaya me ya fitarê ya ku di vê çarçovê de ji bona kesên êtîm û mexdûr hatibû destpêkirin hêj berdewam dike.Ji ber vê yekê em ji kesên xêrxwaz alîkariyê teleb dikin.”(ÎLKHA)