Yildiz: Petrola Herêma Kurdistanê gihişte Ceyhanê

Yildiz: Petrola Herêma Kurdistanê gihişte Ceyhanê

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yên Tirkiyê Taner Yildiz aşkere kir ku petrola Herêma Kurdistanê di rêya boriyê re gihişte benda Ceyhanê û dê ji wir ve li bazarên cîhanê bê firotin.

Li gor medyaya tirkî, Taner Yildiz di daxuyaniyekê de ragihand ku şandina petrola Herêma Kurdistanê di rêya boriya petrolê ya di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de destpêkiriye.

Ev cara yekê ye ku berpirsekî hikûmeta Tirkiyê bi awayekî fermî dibêje petrola Herêma Kurdistanê di rêya wê boriyê re digihe Tirkiyê.

Roja 13/12/2013 petrola Herêma Kurdistanê di rêya boriya petrolê re bo Tirkiyê hat şandin.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yên Tirkiyê herwiha got ku petrola Herêma Kurdistanê ya li Ceyhanê nayê firotin heta ku Hikûmeta Herêma kurdistanê û Hikûmeta Iraqê di vê derbarê de li hev nekin.

Roja 25/12/2013 şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kir û ligel Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û cîgirê wî bo karûbarên enerjiyê Hisên Şehristanî û Wezîrê Petrolê Ebdilkreîm Luaybî civiya û derbarê pirsa şandina petrola Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê de gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dema serdana xwe ya Bexdayê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku her du aliyan pêşnyarên nû pêşkêşî hevdu kirine û dê piştî serê salê şanda Herêma Kurdistanê car din biçe Bexdayê.

Herwiha Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo karûbarên enerjiyê Hisên Şehristanî ji Rûdawê re gotibû ku ew ne tenê ne li dijî şandina petrola Herêma Kurdistanê bo derve ne, lê ew herwiha piştgiriya wê jî dikin

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kürdistan Haberleri

Süleymaniye’de PKK’ya yakın kurumlar kapatıldı
Li Îzmîrê qezaya zîncîrî: Dê û kurê wê mirin, 3 jê giran 4 kes birîndar bûn
Serokatiya Herêma Kurdistanê der heqê Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da
Güney Kürdistan'da nüfus sayımının ön sonuçları açıklandı
Güney Kürdistan Parlamentosu seçimlerinin resmi sonuçları açıklandı