Hat ragihandin îşev ji nîvê şevê pê ve derbasdar ji benzînê re 16 qirûş û ji mazotê re jî 28 qirûş zam hat kirin. Ji ber ku ew ê 22 qirûş rêjeya zamê ji baca xerîdaran a taybet bê daxistin dê mazot bi 6 qirûşan zêde bê firotin û 22 qirûş bac ji zama ku hatiye kirin bê daxistin.
Di daxuyanîya ku ji teref Sendîqaya Kardaran a Îstasyonên Îqmala Xaz, Neft û Enerjîyê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin ji benzînê re 16 qirûş û ji mazotê re jî 28 qirûş zam hatiye kirin.
Piştî zama ku hat kirin ew ê benzîn 12 qirûşan û mazot jî 35 qirûşan zêde bê firotin.
ÎLKHA