Zarok erdhejzede yên ku bi balonekê kêfxweş dibin

Endamên Karwana Hêvîyê ya ku ji roja ewil ve li Mereş û wan bajarên din ên ku lê erdhej çêbûn bênavber dixebitin zarokên ku di konan de dimînin jî ji bîr nekirin.

Karwana Hêvîyê li herêma erdhejê rojane bi dehhezaran kesî re xwarina germ belav dikin û ji alîyê din ve jî endam û dildarên weqfê yek bi yek li konan digerin zarokên erdhejzede kêfxweş dikin. Dildarên weqfê bi balonên di destên xwe de serdana zarokan dikin û ji wan re balonan belav dikin. Zarokên ku çav li wan dikin kêfxweş û dilgeş dibin û parîkek be êş û elema erdhejê ji bîr dikin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin