Zarokê ku li Çınarê dema çûbû kuvarka kombike winda bûbû hat dîtin

Li navçeya Çinara Diyarbekirê zarokê ku doh ji bo komkirina karokan çûbû zozanan û widna bûbû hat dîtin.

Selman Y. (13) ê salî yê ku doh bi apê xwe re çûbû li deşta Bedroya Qerejdaxê ya navçeya Çinarê ji bo komkirina karokan danê êvarê winda bû.

Dema ku xizmên zarokê ku di nava mijê de winda bûbû, nedîtin, agahî dan cendirmeyan. Zarokê 13 salî ku di mijê de winda bûbû, ji doh ve ji aliyê cendirme, AFAD û gundiyan ve tê lêgerîn.

Zarokê winda danê êvarê ji aliyê şivanan ve li gundê Kerêcinê yê herêma Qerejadax a navçeya Çinarê ku bi qasî 15 kîlometre dûr e, hat dîtin.

Hat diyarkirin ku rewşa zarokê winda baş e û xizmên wî hatin agahdarkirin.

Selman Y. yê ku ewil kontrola wî ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve hat kirin, ji bo kontrolê sewqî nexweşxaneyê hat kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an