Zebîullah Mucahîd li Stenbolê bi alimên Îslamê re hat ba hev

Berdevkê Emîrtîya Îslamê yê Efxanistanê Zebîullah Mucahîd li navenda Heyeta Alimên Filistînê ya li Stenbolê bi alimên Îslamê re hevdîtin kir.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Berdevkê Emîrtîya Îslamê yê Efxanistanê Zebîullah Mucahîd û digel wî heyetek pêk ve navenda Heyeta Alimên Filistînê ya li Stenbolê ziyaret kirin.

Ziyaret di pêşîvantîya Yekîtîya Alim û Medreseyan de hat kirin. Alimên Îslamê yên Filistîn, Surîye, Misir, Lîbya, Erître, Libnan û Tirkîyeyî beşdarî hevdîtinê bûn.

Berdevkê Emîrtîya Îslamê yê Efxanistanê Zebîullah Mucahîd di hevdîtinê de alimên ku di hevdîtinê de hazir bûn di warê rewşa dawî ya Efxanistanê de agahdar kir.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Edeneyê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 1 mirî
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye