Zebîullah Mucahîd: Problema muhîmtirîn a Mislimanên cîhanê di nav wan de tunebûna yekîtîyê ye

Berdevkê Mîrnişîna Îslamê yê Efxanistanê Zebîullah Mucahîdê ku beşdarî “Hevdîtina Aliman a 7emîn” a ku ji teref Yekîtîya Alim û Medreseyan bû derheqê hevdîtina aliman de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.

Mucahîd di nirxandina xwe ya ku kir de balan kişand li ser yekîtî û wehdeta Mislimanan.

“Ulema divê ji bo wehdetê wezîfeyên muhîm bigire li ser xwe”

Mucahîd di destpêka nirxandina ku kir de destnîşan kir, problema muhîmtirîn a Mislimanên cîhanê di nav wan de tunebûna yekîtîyê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di vî warî de barekî giran û muhîm dikeve para aliman. Ger Mislimana di nav xwe de bibin yek û wehdet di nav xwe de saz bikin, wê demê ew ê temamê problemên li ser erdnigarîya alema Îslamê ji xwe me re çareser bibin. Hebûna wehdetê ya di navbera Mislimanan de hêmaneke pir girîng e. Ulema ji bo vê yekê dikare kar û xebateke baş bike.”


“Lihevkirina di navbera aliman de dê bibe wesîle ku welatên Misliman nêzî hev bibin”

Muchîd di berdewama nirxandina xwe de destnîşan kir, divê alimên ummetê her tim bi hev re di nav îrtîbatê de bin û dû re wiha got: “Bi ya min divê têkilî û pêwendîya di navbera aliman de her tim baş be û divê ew her tim di îrtîbatê de bin û têkilîya xwe ji hev qut nekin. Lihevkirina di navbera aliman de dê bibe wesîle ku welatên Misliman nêzî hev bibin û ew ê bi vê wesîleyê problemên heyî bi îstîşare û xeberdanê bên çareserkirin. Em wek Mislimanan pêwendîyên xwe pêşve bibin û problemên heyî xeber bidin û ew ê problem çareser bibin. Ji ber vê yekê ev daweta ku bi minasebeta wehdetê hat kirin gelekî muhîm e ku ji ber vê yekê em beşdarî vê civînê bûn. Em gelek kêfxweş in.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Edeneyê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 1 mirî
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye