Serwîsa karkeran û wesayîtek li hev qelibîn: 16 birîndar

Serwîsa karkeran û wesayîtek li hev qelibîn: 16 birîndar

Li Afyonê mînîbûsa karkerên ku di şantîyeya trênê de dixebitîyan û wesayîtek li hev qelibîn, di encamê de 16 kes birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa bi plaqeya 07 BBF 824 a ku navê şofêrê wî nehat hînbûn li nêzê gundê Kuçukçobanlarê bi wesayîta bi plaqeya 64 EL 003 a ku navê şofêrê wî nehat hînbûn ve qelibî. Di qezayê de şofêrê mînîbûsê û 15 kesên ku di nav mînîbûsê de bûn birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin. Hat ragihandin ku du kes li cîhê bûyerê hatin tedawîkirin 14 birîndarên dinê jî ji nexweşxaneyên cuda re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.