Serwîsa xwendekaran û wesayît li hev qelibîn: 17 birîndar
Li Kirikkaleyê, di encama li hev qelibîna serwîsa xwendekaran û wesayîtek 14 jê xwendekar tevahî 17 kesan birîndar bûn.
Qeza, li navçeya Sulakyurtê pêk hat.
Hat hînbûn ku wesayîta di bin kontrola M.K. de, li nêzê Çarrêya Senayîyê li serwîsa xwendekaran a ku di bin kontrola E.Ç. de bû qelibî.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Hat diyarkirin ku rewşa birîndaran baş e. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.