Şewata pirêzê ya ku li Êlihê derket hat tefandin
Hat ragihandin li Êlihê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di erdên ku lê pirêze hebû de şewat derket.
Şewat li gundê Akubayê girêdayê Êlihê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin şewat ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di wextên êvarî de di nav erdên bi pirêze de derket.
Piştî hesîna bûyerê ekîbên daristan, AFAD, îtfaîye û UMKEyê çûn cihê bûyerê û midaxeleyî bûyerê kirin.
Şewat di encama xebatên ku hat kirin de hat tefandin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.