Şêx Qeredaxî: Hesen Saklanan şehîdîyê xwest û bidest xist

Şêx Qeredaxî: Hesen Saklanan şehîdîyê xwest û bidest xist

Serokê Yekîtîya Alimên Misilman yê Cîhanê Şêx Elî Qeredaxî, şehadeta şehîdê Qudsê Hesen Saklanan pîroz kir.

Qeredaxî, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanek parve kir û di daxuyanîya xwe de ji bo mele Hesen Saklananê Rihayî ku li Qudsê piştî çalakîya kêrê ji teref terorîstên îşxalker ve hatibû şehîdkirin peyama şînê belav kir.

Şêx Qeredaxî, “Wî şehadetê dixwest û bidestxist. Em ji Xwedê daxwaz dikin ku bila şehadeta wî qebûl bike û wî bi pêxember, sadiq, şehîd, salih û hevalên baş re heşr bike.”

Qeredaxî di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku hêzên îşxalkeran piştî çalakîya kêrê dikaribûn wî êsîrbigirtana lê ew dîsa wek her caran hovaneyên xwe nîşan dane û wî qetil kirine, hat îfadekirin ku ew ê zilmên ewakî dawîya îşxalê bîne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.