Şivanîya li Qerejdaxê
Di Belgefîlma ku li Herêma Qerejdaxa Dîyarbekirê jîyana şivanîyê bikartîne de qala xwarin-vexwarina şivan, psîkolojî, jîyana çîya, zor û zehmetî û hîssên şivanan tê kirin.
Şivanîya ku wek karê Pêxemberan tê zanîn ji roja însanîyetê heta roja me berdewam dike, bi giştî şert û merc li her derê çiqas jî wek hev be li hinek herêman dibe ku guherokî hebin.
Li gundê Xirbêsîtila navçeya Çinara Dîyarbekirê Fahretîn Aydinalp ku karê heywanan dike û Muhammed Atli ku şivantîyê dike, qala zor û zehmetîya şîvanîyê ya li Herêma Qerejdaxê û di heman demê de menewîyata vê karê kirin, wan îfade kirin ku ew li vê derê ji nexweşînên meddî û menewî yên bajaran xwe dûr dixin û jîyanekî tebiî dijîn.
Di belgefîlmê de tê îfadekirin ku şivanî di seatên serê sibehê de dema ku tav derdikeve dest pê dike û heta ku roj hera ber ava di çol û çîyayan da ne. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.