Sîyonîstan li Libnanê êrîşî wesayîtekî kir: Rayedarê HAMASê Samîr el-Hac şehîd bû
Sîyonîstên îşxalker, li bajara Saydaya başûrê Libnanê li dijî wesayîtekî êrîşa asîmanî li dar xist, di êrîşê de rayedarê HAMASê Samîr el-Hac şehîd bû, 2 kes jî birîndar bûn.
Artêşa îşxalê, li çarrêya Hasbaya ku li nêzê Kampa Penaberan a Ayn el-Helvayê ye li dijî wesayîtekî ku bi rê ve diçû êrîşa asîmanî li dar xist.
Hat îfadekirin ku ji wesayîtê re du fuze hatin avêtin û rayedarê HAMASê Samîr el-Hac li cîhê bûyerê şehîd bû.
Di encama êrîşê de 2 sîvîl jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.