Sûdan: Di êrîşên HDKê de 61 kes mirin

Sûdan: Di êrîşên HDKê de 61 kes mirin

Berdevkê Hikûmeta Sûdanê Iaysir ragihand ku di êrîşa HDKê ya li ser Omdurmanê de 61 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezîrê Çand û Ragihandinê û Berdevkê Hikûmetê yê Sûdanê Xalid el-Iaysir di daxuyanîyekê de got, "Em ji ber êrîşa terorîstî ya hovane ya ku îro ji teref milîsên HDKê yên serhildêr ve li ser Bazara Sabrîn a Omdurman pêk hat û bû sedema mirina gelek kesên sivîlên bêguneh ku di nav de zarok, jin û extîyar hene, gelek xemgîn in. Em vê êrîşa xaînî ya terorê bi tundî şermezar dikin."

Îaysir ji civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan xwest, HDKê weke rêxistineke terorê nas bikin û got, "Divê berpirsyarên vê komkujî û sûcên hovane bên dîtin."

Tora Doxtorên Sûdanê êrîşa HDKê wek, "komkujiyeke nû" bi nav kir û ragihand ku di encama bombebarana bi mebesta topavêjan de 61 kesan canê xwe ji dest dane û zêdeyî 65 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.