Sûîqast li Şêx Ûsif Deedatê Afrîkayî hat kirin

Sûîqast li Şêx Ûsif Deedatê Afrîkayî hat kirin

Sûîqast li Şêx Ûsif Deedatê Afrîkaya Başûr ê ku lawê Ehmed Deedatêteblîxvanê Îslamê bûhat kirin.

Hat ragihandin li Veerulama bajêra Afrîkaya Başûr sûîqast li Şêx Ûsif Deedatê Afrîkaya Başûr ê ku lawê Ehmed Deedatê  teblîxvanê Îslamê bû  hat kirin.

Polêsê Afrîkaya Başûr derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, ji teref kesekî ku nasnameya wî nediyar ve êrîşa çekdarî li Şêx Ûsif Deedat hat kirin.

Şêx Ûsifê ku li ber devê mehkemê lê sûîqast hat kirin hat rakirin nexweşxanê û rewşa wî giran e.

Tê diyarkirin kesê êrîşkar piştî cihê êrîşê revîya.

Ahmed Deedatê ku bavê Şêx Ûsif Deedat e eslê xwe Hîndistanî ye û li tevahîya cîhanê dihat nasîn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.