Tanqa oksîjenê di wesayîtê de teqîya: 2 mirî, 2 birîndar

Tanqa oksîjenê di wesayîtê de teqîya: 2 mirî, 2 birîndar

Li navçeya Selçukluya Qonyayê di encama şewata ku di encama teqîna tanka oksîjenê ya di wesayîtekê de derket de pitik û xaltiya wê canê xwe ji dest dan û dê û bav jî birîndar bûn.

Bûyer li nêzî Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Selçukê ya li Taxa Akademî pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin M.Ç.yê 3 mehî ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin bi malbata xwe re derket.

Dema malbat ji bo biçin navçeya Çumrayê bi wesayîta bi plaqeya 42 D 9030 ji nexweşxaneyê derdiket, oksîjena ku ji bo pitik dihat bikaranîn teqiya.

Piştî teqînê agir bi wesayîtê ket. Di şewatê de pitik M.C. û xaltîya wê R.Y. canê xwe ji dest dan bavê H.Ç. û dayîka F.C. birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ekîbên îtfaîye sewqî cihê bûyerê hatin kirin û agir vemirandin. Bav û dayika birîndar jî ji Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Selçûkê re hatin rakirin.

Dayika F.C. Piştî muayeneyên li vir hatin kirin bi ambûlansê sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Qonyayê kirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.