Teqîna li Qamişlo ji Nisêbînê hat dîtin

Teqîna li Qamişlo ji Nisêbînê hat dîtin

Teqînên ku li Qamişloyê pêk dihatin ji navçeya Nisêbîna Mêrdînê hatin dîtin û gel wan deman bi telefonên xwe kişandin.

Doh di seatên êvarê de li bajarê Qamişloyê dengê teqînan pêk hatin û dengê teqînan ji Nisêbînê jî hat bihîstandin.

Teqînên ku nêzê seatekî dewam kirin, hat hînbûn ku ji ber hedefgirtina du depoyên cebilxaneya ku li Qamişloyê bûne ne.

Li gorî îddîayan, depoyên cebilxaneyan ku hêzên rejima Sûrîyeyê vekişîyane û li paş xwe hiştine hatine hedefgirtin.

Derheqê bûyerê de daxuyanîyeke fermî nehat dayîn, tevgera li herêmê jî balan dikşîne ser xwe. Hatiyê ragihandin rejima sîyonîst bi balafiran êrîşî li ser cebilxaneya rejima Sûrîyê ya li bajarê Qamişlo kiriye. Hat diyarkirin ku Rejîma Siyonîst îşev êrişî 250 xalên Sûriyê kir. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.