Teşkîlata Hevkarîya Îslamê divê xwe rojane bike û bibe hêzeke siyasî, leşkerî û îqtîsadî
Serokê Giştî yê HUDA PARê Îsha Saglamê ku derbarê rojeva derve de nirxandinan kir, derheqê rewşa Teşkîlata Hevkarîyê ya Îslamî de destnîşan kir “Teşkîlata Hevkarîya Îslamê divê xwe rojane bike û bibe hêzeke siyasî, leşkerî û îqtîsadî.”
Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê rojeva derve de daxuyanîyek da û mijarên mîna; Teşkîlata Hevkarîya Îslamê, dîwara ku ji bo astengkirina koçberan li Ewrûpayê tê lêkirin û derheqê xwepêşanên li Iraq û Libnanê yên lidarxistin de nirxandinan kir.
“Teşkîlata Hevkarîya Îslamê ji problemên ummeta Îslamê re çareserî nedît”
Saglam di destpêka nirxandina xwe de sazkirina pêvajoya Teşkîlata Hevkarîya Îslamê di bîran xist û dû re wiha got: “Teşkîlata Hevkarîya Îslamê, piştî Neteweyên Yekbûyî, pêkhatîyê ku 57 welat endamê wê ne û li cîhanê di warê îqtîsad, erdnigarî û nifûsê ve hêza duyemîn e.Ev teşkîlat him ji bo ummeta Îslamê ûm him jî ji bo cîhanê dikare gelek tiştên baş bike. Armanceke vê sazîyê jî ev e: “Di navbera wan welatan de bihêzkirina hevkarî û piştevanîyê, parastina berjewendî û mafê alema Îslamê.” Armanceke teşkîlatê ev e; lê belê ev 50 sal e ku hêj Quds di bin îşxalê de ye. Mescîda Eqsa jî gav bi gav ji teref siyonsîtan ve tê hilweşandin û ew îşxala ku li Filistînê heye jî her ku diçe zêde dibe. Teşkîlata Hevkarîya Îslamê ji problemên ummeta Îslamê re çareserî nedît û ji derdên wan re nebû derman. Teşkîlata Hevkarîya Îslamê divê xwe rojane bike û bibe hêzeke siyasî, leşkerî û îqtîsadî. Îro pêdivî bi teşkîlateke wisa heye.Hetanî ku ev yek neyê kirin, ew ê îxtîlaf, alozîyên navxweyî, îşxal û windankirina nirxên Îslamî berdewam bikin.”
“Divê otorîteyên siyasî yên li Libnan û Iraqê li gorî telebên meşrû yên civakî pergela birêveberîyê rojane bikin”
Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de derheqê xwepêşanên ku li Iraq û Libnanê tên lidarxistin de jî wiha nirxandinan kir: “Divê otorîteyên siyasî yên li Libnan û Iraqê li gorî telebên meşrû yên civakî pergela birêveberîyê rojane bikin û di vê warê tedarikkirina mafên gel de garantîyê bidin. Heke ev yek neyê kirin, ew ê bi tesîr û midaxeleya hêzên derve pêvajo bê provokekirin û pêvajoya xwepêşanan dê bibe pêvajoya şerê naxweyî.Divê ew sazî û rîspîyên ku ji xwepêşanan re pêşîvantîyê dikin hewl bidin da ku xwepêşan bi şikleke aştîyane bên kirin.”
Ji bo temamê metna daxuyanîyê bitikenin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.