Tirkîye di mezinahîya nifûsê de di rêza 18mîn de ye

Tirkîye di mezinahîya nifûsê de di rêza 18mîn de ye

Tirkîye, bi nifûsa xwe ya 85 milyon 279 hezar û 553 kesan di navbera 194 welatan de di rêza 18emîn de cîh girt, di nifûsa temam a dinyayê de jî ji sedî 1,1an pêk anît.

Li gorî tehmînên nifûsa dinyayê a Neteweyên Yekbûyî dema ku pileya nifusa zarokan a di navbera 0-17 emran de hatine lêkolînkirin, welatê ku di sala 2022yan de pileya herî bilind a zarokan bi xwe re digre Komarîya Efrîqeya Başûr e. Vê welatê jî bi ji sedî 55,6an Nîjer û ji sedî 54,3yan jî Çad dişopîne. Welatê ku pileya nifusa zarokan a herî kêm, bi ji sedî 14,2yan Komarîya Koreyê bû. Vê welatê jî bi sedî 14,3yan Japonya û Sîngapurê, ji sedî 15,3yan jî Îtalya û Monako şopand.

Ortalamaya pileya nifûsa zarokan a dinyayê, di sala 2022yan de bû ji sedî 30. Ev pile jî li Tirkîye ji sedî 26,5 e. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.