Trump ji bo Îdlîbê ji Erdogan re spas kir
Berdevkê Qesra Spî Judd Deere derbarê hevdîtina ku roja şemîyê di navbera Erdogan û Trump de hat kirin de daxuyanîyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin “ Serok Trump ji Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdoganê ku hewl dide li rojavaya bakurê Îdlîbê felaketeke însanî pêk neyê re teşekkur kir û anî ziman ku divê ji wan pevçûnên ku diqewimin re û ji wê desteka ku ji teref Rûsyayê ve ji zilma rejîma Sûrîyê re tê dayîn re çareserîyeke siyasî bê dîtin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.