Tugayên Qassam îşxalkeran xist kemînê
Hat ragihandin komek îşxalkerên ku ji bi dehan kesan pêk dihat ji teref Tugayên Qassamê ve hatin xistin kemînê.
Derbarê mijarê de ji teref Qassam ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, wan li dora Koleja Zanîngehê ya li taxa Tel El-Hava hêzên siyonist xistine kemînê û bi wan re ketine pevçûnê.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di kemînê de bi dehan siyonist hatin kuştin û bi dehan siyonist jî birîndar bûn.
Hat hînbûn piştî kemînê siyonistan helîkopter şandine cihê kemînê da ku mirî û birîndarên xwe birin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.