Tûgayên Qessam, hêzekî îşxalê xist nav kemînê
Tûgayên Qessam, li Xan Yûnisê 20 îşxalkeran di nav malekî de xist nav kemînê, hat îfadekirin mirî û birîndar hene.
Qessam, li ser qenela xwe ya Telegramê daxuyanîyek parve kir, di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku doh micahîdan ji 20 heban zêdetir îşxalkeran li Xan Yûnisê di nav avahîyekî de xistin nav kemînê.
Qessam ragihand ku ew li dijî hêzên îşxalkeran bi teqemenîyên dijî-personelê operasyon li darxistine, di encama wan operasyonan de mirî û birîndar hene.
Di heman demê de îşxalker îtîraf kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê 62 fermandarên tugay û efser hatine kuştin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.