Tûgayên Qessam ji cepheya hindir yê dijmin re peyam şand: Wext diçe!
Tûgayên Qessam, di fotoxrafekî ku parve kir de, peyamek da û di wê peyama xwe de destnîşan kir ku hikumeta îşxalê ji gelê xwe re derewan dike û jîyana êsîrên ku di destê berxwedanê ne ne di etra wan de ne.
Tûgayên Qessam di daxuyanîya dawîn ya ku belav kir de û di dîmenên ku herî dawîn parve kir de got ku hikûmeta îşxalê derewan dike û wext kêm dibe û derbas dibe.
Di dîmenan de qaşo serokwezîrê îşxalkeran Netenyahû li ser maseyê paşta xwe daye û nigê xwe avêtiye ser hev û di destê wî de jî dosya hene.
Di fotoya Netenyahû ya ku wek mîsal hatiye dayîn de, li ser nivîsa “bertîla ji bo sazkirina temamkirina koalîsyona hukûmetê” hatiye nivîsandin, û liser maseyê perwerdehiya dînî û xizmeta haredîya artêşê û dosyaya vê yekê tê nîşandayîn.
Di dîmenan de peyama; Netenyahu dosyaya êsîrên siyonîstan davêje çopê heye û hew tenê Netenyahû menfieta xwe ya şexsî difikire û li gotinên malbatên êsîran dîqet nake dide pêş û dîsa dide nîşandan ku Netenyahû tew goh nade êsîr û malbatên wan û qîmetê nade wan.
Tûgayên Qessam berya niha jî gotibû ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê ji ber êrîşên asîmanî yên rejîma siyonîst, gelek êsîrên siyonîstan mirine.
Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde di peyama bi dengî ya herî dawîn de gotibû ku di navbera êsîrên dijmin de gelek mirî çêbûye û her ku diçe ev mirin zêde dibe.
Ebû Ubeyde weha gotibû, “Êsîrên dijmin, di nava şert û mercên dijwar de ne, mucadeleya jîyanê didin. Em jî hewl didin ku canê wan muhafeze bikin. Artêşa qaşo yê rejîma siyonîst êsîrên xwe bi qestî dikujin. Ji bo êsîran wext zû diçe. Ji bo menfieta xelkê xwe, me hewla parastin û muhafeze kirina jîyana êsîrên we da. Me hewl da ku em li wan mêze bikin û hê jî em di vê çarçoveyê de hewl û xîretê didin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.