Tûgayên Qessam, li Refahê îşxalkeran kir nav kemînê

Tûgayên Qessam, li Refahê îşxalkeran kir nav kemînê

Tûgayên Qessam a baskê leşkerî yê tevgera HAMASê, diyar kir ku ew li bajara Refahê di nav tinêlekî de kemînek li dar xistin û di encamê de leşkerên îşxalkeran mirin û birîndar bûn.

Qessam, di daxuyanîya ku doh belav kiribû de destnîşan kir ku ew li Taxa Tel El-Sultana bajara Refahê di nav tinêlekî de kemînek li dar xistin.

Di berdewama daxuyanîya Qessam de hat îfadekirin ku hêzeke pîyade ya îşxalkeran ketin nav kemînê û tinêl hat teqandin, di encamê de hinek leşkerên terorîstan mirin û hinekên wan jî birîndar bûn.

Hat dîyarkirin ku Tûgayên Qessam û Serîyyeyên Qudsê doh bi hev re operasyonek li dar xistin û tankekî Merkawayê bi roketa Yasîn 105ê hedef girtin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.