Tûgayên Qessam, Tel Avîvê dan ber fuzeyan
Tûgayên Îzzeddîn El Qessam, bi fuzeyên ku avêt sîstema parastin a hewayê derbas kir û li hinek nuqteyan hedef girt.
Tûgayên Qessam, di çarçoveya operasyona Tofana Eqsayê de Tel Avîva ku di bin îşxalê de ye bi fuzeyan hedef girt.
Fuzeyên ku ji bo qetlîam û qirkirina li Xezzeyê tê kirin bersiv bê dayîn hatine avêtin, li Tel Avîvê hinek cîhan ket û li hedefên xwe xistin.
Hat îfadekirin di cîhên ku fuze lê ketine de zerar pêk hatin, derheqê hejmarê mirî û birîndaran de tu agahîyek nehat dayîn.
Operasyona “Tofana Eqsayê” nêzê 3 mehan e didome. Berxwedana Fîlîstînê fuze avêtina ji axên îşxalkirî re didomîne. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.