Walîyê Rihayê: 16 leşker û kesekî sîwîl birîndar bûn
Walîyê Rihayê Abdullah Erîn derbarê teqînên ku li Rihayê di wargeha leşkerî de pêk hat de daxuyanîyek da, Erîn di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, 16 leşker û kesekî sîwîl birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Tugaya Bi Zirx a 20emîn a Rihayê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn teqîn pêk hatin.
Teqîn derdora seat 22.30î de pêk hat.
Abdullah Erînê Walîyê Rihayê derbarê vê teqîna ku li Rihayê pêk hat de daxuyanîyek belav kir.
Erîn di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, di encama teqînên ku li Tugaya Bi Zirx a 20emîn a Rihayê pêk hat de 16 leşker û kesekî sîwîl birîndar bûn.
Erîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir teqîn di depoya muhîmatê de pêk hatiye.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.