Welatê ku herî zêde ji Îslamê re dijmintîyê dike Fransa ye
SerokêYekîtîya Alimên Misliman ê Cîhanê Ehmed er-Rasûynîsedema temamê êrîşên nîjadperest ên ku li Ewrûpayê li Mislimanan tên kirin Fransa ye.
Ehmed er-Rasûynîyê Serokê Yekîtîya Alimên Misliman ê Cîhanê gotareke bi navê “Welatê ku herî zêde ji Îslamê re dijmintîyê dike Fransa ye” weşand û balan kişand li ser êrîşên ku li Ewrûpayê li Misliman tên kirin.
Raysûnî di gotara xwe ya ku nivîsand de destnîşan kir, sedema temamê êrîşên nîjadperest ên ku li Ewrûpayê li Mislimanan tên kirin Fransa ye, lewra ev tiştên ku ji êrîşan re dibin sedem tev îcadên Fransa ye.
Raysûnî di berdewama gotara xwe de diyar kir, li Ewrûpayê welatê ku lê herî zêde camî tên girtin û kesên ku dixwazin camîyan vekin tên astengkirin Fransa ye ku Fransa hêj dagirkerîya xwe ya li Afrîkayê didomîne û hewl dide da ku fealîyetên Îslamî ji holê bên rakirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.