Weqfa Êtîman, li Yemenê ji 200 mihtacan re şîva fitarîyê belav kir

Weqfa Êtîman, li Yemenê ji 200 mihtacan re şîva fitarîyê belav kir

Weqfa Êtîman ku dixwaze bereket û hizûra Remezanê li çar alîyê cîhanê bide jiyandin û ji bo wê dixebite, li Yemenê ji 200 mihtacan re şîva fitarîyê belav kir û wan kêfxweş kir.

Weqfa Êtîman ku li gelek welatan felîayetên alîkarîyê li dar dixe, li Yemenê jî bi xebatên ku pêk tîne mihtacan kêfxweş dike.

Bi vê şîva fitarîyê mihtacên Yemenê gelek kêfxweş bûn û dilê wan bi hizûrê tijî bû.

Di vê dewra ku alîkarîya însanî li Yemenê gelek muhîm e de, şîva fitarîyê ku ji teref Weqfa Êtîman ve hatîye amadekirin di nav ortamekî hîjyenîk de hatin pakêtkirin.

Weqf bang li xêrxwazan jî kir ku bila destekê xwe zê debikin ku ew jî van fealîyetên xwe bi zêdetirî dikaribin bidomînin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.