Wesayît û tirek li hev qelibîn: 1 mirî, 3 birîndar
Li navçeya Bexçeya Kinikanê tirekî û wesayîtekî li hev qelibîn, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li alîyê Sogukpinara ser rêya D-400ê pêk hat.
Li gorî agahîyan tirekî û wesayîtekî ji ber sedemeke ku hêj nediyare li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de kesekî canê xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewlet a Kinikanê re hatin rakirin.
Cenaze jî ji bo otopsîyê ji merga nexweşxaneyê re hat rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.