Wesayîta ku ji rê derket li kerîyê pez qelibî: 2 birîndar
Li navçeya Misirca Sêrtê wesayîta ku ji rê derket li kerîyê pez qelibî, di encama qezayê de 2 pîrek birîndar bûn.
Qeza, li ber febrîqeya çîmentoyê a ku di têketina navçeya Misircê ye de pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta ku hêj navê şofêrê wê û plaqeya wê nehat hînbûn li ber febrîqeya çîmentoyê a ku di têketina navçeya Misircê ye de, ji ber ku şofêrê wesayîtê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li kerîyê pez qelibî û ji rê derket.
Di encama qezayê de, Emîne Gezen û Hasret Gezen yên ku di nav wesayîtê de bûn birîndar bûn, çend mêşin jî telef bûn.
Pîrekên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Sêrtê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.