Wesayîta ticarî û serwîsa xwendekaran li hev qelibîn: 9 birîndar
Li Mûşê wesayîta ticarî û otobûsa xwendekaran li hev qelibîn 9 kes birîndar bûn.
Qeza li navçeya Kopê pêk hat.
Servîsa xwendekaran a di bin kontrola G.S. û wesayita ticarî a di bin kontrola Ö.Y de li nêzî Taxa Zaferê ya Rêbeja Kop-Xelatê li hev qelibîn.
Di qezayê de 5 jê xwendekar 9 kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kopê. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.