Wesayîtê da nav kerîyê pêz: 17 mih telef bûn
Hat ragihandin li Sêrtê ji ber ku wesayîtek da nav kerîyê pêz 17 mih telef bûn.
Bûyer li ser rêbeja Sêrt-Baykanê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin doh êvarî derdora seat 03.30î de wesayîteke bi plaqeye 59 ZK 063 a ku ajokarê wê nehat hînbûn li kerîyê pêz qelibî.
Di encama bûyerê de şofêrê wesayîtê birîndar bû û 17 meh jî telef bûn.
Şofêrê ku birîndar bû bi ambûlansê hat rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.