Wezareta Karên Hundir: Hejmara PKKyîyên ku bi rêya îqnayê teslîm bûn derket 63yan
Wezareta Karên Hundir destnîşan kir kesekî PKKyî yê ku revîya teslîm bû.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Hundir ê Tirkîyê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin “Di encama xebatên îqnayê yên ku ji teref Midûrîtya Şubeya TEMê û Îstîxbarata Ewlehîya Agirî de Remeza Guçerê bi kodnavê Tolhildan Azad ê ku di sala 2010an de beşdarî rêxistina terorê bûbû teslîm bû. Bi vî awayî hejmara PKKyîyên ku bi rêya îqnayê teslîm bûn derket 63yan.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.