Wezîfedarên ewlehîyê ya Ebbas, êrîşî merasîma cenazeya şehîdan kir
Bireveberîya Mehmud Ebbas, gerek li alîyê xelkê Fîlîstîna ku micadeleya maf û azadîya xwe dide bisekine, êrîşî merasîma cenazeya şehîdê ku ji teref îşxalkeran ve hatîye şehidkirin kir.
Doh, di seatên êvarê de li Cenînê cenazeya 3 ciwanên ku ji teref rejîma îşxalker ve hatibûn şehîdkirin ji teref hêzên Mehmud Ebbas ve dûçarê êrîşê bû.
Ji ber ku kuçikên Ebbas êrîşî merasîma cenazeyê kirin pevçûn derket.
Di encama pevçûnan de ji 20an zêdetir Fîlîstînî birîndar bûn.
Hêzên îşxalker li Cenînê wesayîtekî hedef girt û 3 Fîlîstînîyan şehîd kir, kesekî jî birîndar kiribû.
Xeyn ji vêya Tûgayên Qessam, ji bo 3 şehîdên Tabûra Cenînê şîn îlankiribû. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.