WHO: “Temamê welatan divê li gorî krîterên ku me anî zimên hereket bikin”
Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristîyê yê Cîhanê Tedros Ghebreyesusderheqê qerara hinek welatên Ewrûpa û Amerîkaya Bakur a peyder pey rakirina tevdîrên ku ji ber Coronavîrusê hatibûn standin de daxuyanîyek belav kir.
Tedros Ghebreyesus di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir “Ev yek werêktîyê dide. Berî niha me gotibû ku ev sînordarkirinên ku hatibûn anîn piştî demekê peyder pey bên rakirin. Temamê welatan divê li gorî krîterên ku me anî zimên hereket bikin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.