WPT: Li herêma harekatê heta niha 442 mayîn û 998 teqemenî hatin îmhakirin
Wezareta Parastinê ya Tirkîyê destnîşan kir, li herêma harekatê heta niha 442 mayîn û 998 teqemenî hatin îmhakirin.
Derbarê geşedanên dawî yên derheqê “Harekata Kanîya Aştîyê” de ji teref Wezareta Parastinê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku ji teref teref Wezareta Parastinê ya Tirkîyê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; li herêma harekatê di encama xebatên lêgerînê de heta niha 442 mayîn û 998 teqemenî hatin îmhakirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin xebat berdewam dikin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.