Xwendekarên Prîncetonê ji bo piştgirîya Xezzeyê dest bi greva birçîbûnê kirin

Xwendekarên Prîncetonê ji bo piştgirîya Xezzeyê dest bi greva birçîbûnê kirin

Komek xwendekarên Zanîngeha Prîncetonê ya li Amerîkayê, ji bo piştgrîdana Filistînîyên Xezzeyî ku ev 7 mehin dûçarî jenosîda rejîma îşxalker dimînin dest bi greva birçîbûnê kirin

Endamên Kampa Piştgirîyê ya Filistînê ya Zanîngeha Princetonê di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ji bo piştgirîkirina Filistîniyên ku di bin dorpêça îşxalkeriyê ya li Xezzeyê de di bin êş û azarê de ne, dest bi greva birçîbûnê kirine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku biryara grevê wek berteka li hember redkirina daxwazên rêveberiya Amerîkayê ya ji bo vekişandina piştgiriya ji rejîma îşxalker re hatiye girtin û hat bibîrxistin ku li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî herî zêde li Xezzeyê mirovên ku bi birçîbûna felaket re rû bi rû mane ye.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku xelkê Xezzeyê neçar in di meha Remezanê de ji bo çêkirina nan û firavînê xwarinên sewalan wek ard bikar anîbûn.

Ji 18ê Nîsanê û vir ve li kampusên Amerîkayê tevgereke xwendekar a ku li dijî êrîşên îşxalkeriyê piştgirî dide Şerîda Xezzeyê pêk tê. Pêla nerazîbûnên ciwanan piştre li zanîngehên welatên wekî Fransa, Îngilîstan, Elmanya, Kanada, Hindistan û Japonyayê belav bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.