Yapicioglu: Bi mehan e li ser xûşk û birayên me yên Xezzeyê mirin û zilm dibare

Yapicioglu: Bi mehan e li ser xûşk û birayên me yên Xezzeyê mirin û zilm dibare

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li Enqereyê di bernameya fitarîyê de axivî, di axavtina xwe de got ku çiqas zilm û cirim li ser rûyê erdê hebin îşxalkeran li Xezzeyê bikaranîtine.

Yapicioglu, li Enqereyê bi temsîlkarên sazîyên civaka sîvîl re hat cem hev, di axavtina xwe de bal li ser Xezzeyê kişand.

Bername bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir û dûre Yapicioglu axivtinek kir.

Yapicioglu di axavtina xwe de îfade kir ku divê di rojeva Misilmanan de zilm û tehdayîya li Xezzeyê dernekeve, “Mixabin zilma li wê derê berdewam dike. Ji wê zilmê tiştekî jî kêm nabe. Nêzê 6 mehan e li ser serê xûşk û birayên me yên li wê derê zilm û mirin dibare. Pîrek, zarok, bebik, îxtîyar, doxtor, ambûlans, nexweşxane, rojnameger, ekîbên parastinê û sîvîl têne hedefgirtin û kuştin. Çiqas zilm û cirim hebe yan dor bi dor an jî di carekî de tê lidarxistin.”

“Berîya vêya li ser serê xûşk û birayên me bi bombeyên tonan mirinê dibarandin, niha jî xeberên mirina ji ber birçîbûnîyê ji me re têne”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de bal li ser dozvekirina “qirkirinê” ya ku Komarîya Efrîqaya Başûr li dijî rejîma îşaxlker di Dîwana Edalet a Neteweyî de vekirîye kişand û weha axavtina xwe zêde kir, “Tiştên ku hatine kirin wek qirkirinê têne qebûlkirin û mehkeme hêna jî berdewam dike lê sîyonîstên li wê derê weka ku ji dinyayê re meydanê bixwe di seatên mahkemeyê de qirkirina xwe didomîne. Berîya vêya li ser serê xûşk û birayên me bi bombeyên tonan mirinê dibarandin, niha jî xeberên mirina ji ber birçîbûnîyê ji me re têne. Însanên li wê derê ji ber bêdermanîyê dimirin. Ev ne henek e û ne fîlmekî ye ku hatibe nivîsandin, van tiştan tiştên rast in. 2 milyar alema Îslamê nikare ji li wê derê re xwarinê bişîne.”

“Kalên me girîyan, bavên me girîyan, em girîyan û zarokên me digrîn”

Yapicioglu îfade kir ku van tiştên ku têne axavtin divê hinekan ji cîhê wan rabike û dest bi kar bikin, “Wisa xûya dike em çiqas xeber bidin jî xeyn ji Xwedê tu kesê xûşk û birayên me yên Xezzeyê tineye. Alema Îslamê di nav zeafekî mezin de ye. Zeafên me hene. Divê em pêşîya her tiştî vê tiştê fêhm bikin û serê xwe pê biêşînin. 75 sal e li wê derê zilma sîyonîstan berdewam dike. 17 sal e Xezze di bin dorpêçê de ye. Di dema dorpêçê de êrîş dihatin kirin û di van êrîşan de mirinên komî çêdibûn û ji ber vê tiştê jî alema Îslamê radibe pîya. Protestoyan li dar dixin. Em radibin pîya, protestyoan dikin, dikin qîrînî û dilê xwe bi wan qîrînan sar dikin lê dûre jî diçin malên xwe. Ji bona avahîyên ku xera bûne bêne temîrkirin çend quriş pere dişînin. Lazimatîyên xûşk û birayên em çine em ji wan re dişînin lê em bîrva dikin ku îşxal berdewam dike û ew ê cardin van êrîşan berdewam bikin. Em vê tiştê bîrva dikin. Dibe ku ev aciztîyekî me be loma em ewakî ne. Kalên me girîyan, bavên me girîyan, em girîyan û zarokên me digrîn. Ger ku em ji vê tiştê re tedbîrek an jî çareyek nebînin ew ê van êrîşan bi perîyodîkî berdewam bikin. Dibe ku 6 meh paşê be an jî 2 sal paşê be lê ew ê van êrîşan berdewam bikin. Ew ê vê tiştê dubare bikin. Gelo bînin bîrva xwe ma vana di her meha Remezanê de êrîşî Xezzeyê nedikirin? Niha ji ber ku di berîya meha Remezanê de dest pê kirîye em dibêjin ‘Gelo dibe ku ji ber hurmeta Remezanê bisekine’ ma berîya vê meseleyê bi taybetî di meha Remezanê de êrîş dikirin.”

“Dest û nigê xûşk û birayên me yên li wê derê hatine girêdan lê ew bi îmkanên xwe yên hindik berxwedanê dikin”

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de weha got, “Xûşk û birayên me yên li wê hatine ziîfkirin, qeweta wan ji destê wan hatine standin. Axên Fîlîstînê 10 sal e di bin îşxalê de ye û dest û nigê xûşk û birayên me yên li wê derê hatine girêdan lê ew bi îmkanên xwe yên hindik berxwedanê dikin. Ew dibêjin ‘Em ê teslîm nebin û berxwedan nîşan bidin.’ Pekî em çi dikin ku qaşo em azad in, 100 sal e 70-80 sal e me azadîya xwe bidestxistîye qaşo, gelo çi destê û nigê me girê dide, divê em ji bo bersiva vêya bifikirin. Ev ê ku me di vê halê de dihêle çî ye? Ma tenê zeafên me yên eşkerî hene. Ji ber ku em di warê leşkerî de ziîfin loma dest û nigê me girêdayî ye? an jî ji ber ku aborîya me tuneye loma? Zeafên me vana ne an jî zeafên me yên îtîqadî, bawerî, emelî an jî fikrî hene? Tu kesekî tineye ku ferdekî an jî komekî ku Xwedê destekê dide wan mexlûb bike. Ger ku Xwedê bixwaze ew dikare di rojekî de dijminên me tune bike. Lê Xwedê Teala weha dibêje, ‘Em dixwazin ku we bi wan re îmtîhan bikin’ ev îmtîhana me ye. Em bi wê dijmin re têne îmtîhankirin. Xwedê me dike îmtîhanê ku gelo van însanan li hember vê zilm û zordarîyê ew ê çi bikin. Bila Xwedayê min me ji wan kesên ku di îmtîhanê xwe de serfiraz bûne bike.”

Bername piştî axavtinan bi pirs û bersivê berdewam kir. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.