Yapicioglu: Bila tu kes pêşîvanîyên xwe daneyne ser maseyê û bi vê şeklê pêvajoya mizakereyê sabote neke
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, bi tevî lijneya bi xwe re Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş zîyaret kir û derheqê makeqanûna nû de fikrên partîya xwe pêşkêşî kir.
Ji zîyareta ku li ser daweta Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş ve hat tertîpkirin re, Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr, Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli û Serokê Polotîqayên Ciwanîyê yê HUDA PARê Faruk Dînç beşdarî bûn.
Di hevdîtina ku xebatên makeqanûna nû hatin bidestxistin de, Yapicioglu, derheqê xebat û makeqanûna nû de nerînên partîya xwe jî ji Kurtulmuş re pêşkêşî kir.
Yapicioglu, piştî hevdîtinê ji endamên çapemenîyê re daxuyanîyan da û bal kişand ku lazimatîya Tirkîyeyê ji makeqanûneke nû re heye.
Yapicioglu, “Wek ku hûn jî dizanin Birêz Serokê Meclîsa me demekî ye bi partîyên sîyasî yên ku di Meclîsê de komên wan hene re hevdîtinan dike û derheqê xebatên makeqanûna nû de gotubejan dikin. Îro jî di vê çarçoveyê de em dawetî kirin. Me bi Birêz Serokê xwe yê Meclîsê re hevdîtinek kir. Ew derheqê hevdîtinên ku kirine re agahîyan dan me. Me jî îfade kir ku ew ê di vê çêkirina makeqanûna nû de çi ji destê me were em ê bikin.”
Yapicioglu îfade kir ku lazimatîya Tirkîyeyê ne ev e ku li ser ev makeqanûna ku di rewacê de ye guhertineke 22yemînî bê kirin, lazimatî ev e ku bi temamî makeqanûneke nû bê amadekirin.
“Desthilatîya ev Meclîsê heye ku bi temamî makeqanûneke nû saz bike û divê xwedî li vê desthilatîyê bê derketin”
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku divê tu kes pêşîvanîyên xwe, xetên xwe yên sor daneynin ser maseyê û bi vê şeklê pêvajoya mizakereyê sabote neke, “Ev pêvajo muhîm e, li gorî me desthilatîya vê Meclîsê heye ku bi temamî makeqanûneke nû saz bike, qabîlîyet heye û divê ev Meclîs xwedî li vê desthilatîya xwe derkeve.”
“Em wek parlamenter çi ji destê me were wê bi kar bînin”
Yapicioglu bal kişand ku ew di pêvajoya sazkirina makeqanûneke nû de çi ji destê wan were wê bikarbînin û ew ê destekê bidin, “Em wek HUDA PARê dibêjin ku em ê li ser wê maseyê rûnên û ji bo menfeata milletê çi hewce be em ê di wî warî de bixebitin, me ji Birêz Serokê me yê Meclîsê re jî got ku çi ji destê me were em ê bikarbînin.”
“Yê ku bi hilbijartinê hatibe bi usula tayînkirinê, dawîkirina wezîfeya wî metodekî rast nîne”
Yapicioglu ji pirsa ku derheqê binçavkirina Serokê Şaredarîya Colemêrgê de hat pirsîn re jî weha bersivê da:
“Me di serî de tiştekî gotibû; em hêna jî li ser wê gotina xwe ne. Em dibêjin ku, bila tu kes ji ber fikrên xwe yên sîyasî neynê tehqîqatkirin, tenê ji fikrên xwe yên sîyasî ji wezîfeyê neynê standin. Lê tu sîyasetmedarek an jî bi hilbijartinê hatibe desthilatîyê jî bila di xwe de mafekî nebîne ku ew li gorî serê xwe dikaribe hereketê bike û xeyn qanûnan tevbigere. Hurrîyeta sûckirina tu kesî tineye. Yê ku sûcan kirine jî bila zanibin ku cezaya wê sûcê heye. Îddîayên derheqê Serokê Şaredarîya Colemêrgê de wahîm in. Em nizanin ku van sûcan bikar anîtîye an jî neanîye. Tu agahîyekî me derheqê dosyayê de tineye. Em nabêjin ‘bila ji tu kesê ku sûcan li dar xistine re eleqe neyê kirin’ lê em vêya dibêjin; em dibêjin ku, bila tu kes ger ku sucekî li dar xistibe û ji ber vê yekê ji wezîfeyê bê dûrxistin an jî bê girtin, ji wî meqamê ku bi hilbijartinê tê hatin re bi usula tayînkirinê wezîfedarkirin neyê kirin, ev tişt ne usul û metodekî rast e.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.