Yapicioglu derheqê qezaya li Enqereyê de peyama şînê belav kir
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, ji bo qezaya ku li Enqereyê pêk hat û bû sedema mirina 9 kesan û 26 kes jî birîndar bûn, peyama sersaxîyê belav kir.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu, li ser hîsaba xwe ya Xê daxuyanîyek parve kir û weha got:
“Ez ji xûşk û birayên xwe yên ku li Enqereyê di qezaya otobûsê de canê xwe ji dest dane re ji Xwedê daxwazîya rehmê dikim, ji malbatên wan re jî sebr û meanetê dixwazim; ji bo xûşk û birayên xwe yên birîndar jî daxwazîya şîfayê dikim.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.