Yapicioglu: Em ê qurbankirina ciwanên Kurdan a ji bo çepgirên Tirk a Marjînal re îzîn nedin
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li Êlihê di mîtîngê de axivî û weha got, “Em ji qurbankirina ciwanên Kurdan a ji bo fantezîyên şoreşa çepgirên Tirk yê Marjînal re ku ew bi rayên Kurdan çûne Meclîsê ne razî ne û em ê îzîn nedin.”
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, beşdarî mîtînga ku ji teref Serokatîya Bajara Êlihê yê partîya wî ve li Êlihê hatibû lidarxistin bû û di mîtîngê de axavtinek kir.
Yapicioglu di destpêka axavtina xwe de derheqê Xezzeyê de balan kişand ku ev bû 169 roj e li wê derê qirkirin û qetlîam berdewam dike.
Yapicioglu derheqê salvegera Qetlîama Helebceyê de jî axivî û weha got:
“Fîlîstînîyan jî wek Kurdan êşan kişandine. Ji ber vê yekê ye ku ev ê herî baş Xezzeyê fêhm bike Kurd in. Kurdên ku Helebceyê ditîne, Dêrsimê û Zîlanê dîtine, divê ji hemû kesan zêdetir xwedî li Xezzeyê derkeve. Wan kesên ku doh qetlîama Helebceyê piştgirî kirin û yên ku îro qirkirina li Xezzeyê piştgirîyê didin heman dewlet in. Doh yên ku ji qirkirina li Helebceyê re bêdeng mane û yên ku îro qirkirina li Xezzeyê çepik dikin heman zalim in. Yên ku doh çekan dane Seddam yên ku îro ji sîyonîstan re cebilxaneyê dişînin, di warê leşkerî, sîyasî û aborî de hemû alîkarîyan didin heman zalim in.”
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku zilm û qirkirin berdewam dike weha got, “Em berdewamkirina bazirganîya Tirkîye û rejîma îşxalê qebûl nakin. Em bang li hikumetê dikin ku bila bi lez û bez wan bazirganîyên xwe bidin sekinandin. Em bang li xelkê xwe dikin ku em boyqotên xwe li ser serê wan şîrketan jî bidin destpêkirin û bi vê şeklê boyqotê berfirehtir bikin.”
Yapicioglu îfade kir astengîya herî mezin ya li ber aştîya herêmê û tehdîda herî mezin ya li ber aştîya dinyayê hebûna sîyonîstan û îdeolojîya wan e, Yapicioglu bal kişand ku meseleya Tirkîyeyê ku ya herî dijwar û dilşewat e û divê ku ev mesele çareserkirin, Meseleya Kurd e.
“Bi îzna Xwedê edresa çareserîyê HUDA PAR e”
Yapicioglu axavtina xwe weha berdewam kir:
“Ji bo temîna hizûrê, temînata aştîyê û tesîra biratîyê divê ev mesele di bingeha edaletê de bê çareserkirin. Çek çareserîyê neanît û ew ê ji vê şûnda jî neyne. Çek milletê kir nav tengasî û pirsgirêkê, di holê de çareserîyekî jî tineye. Ji ber vê yekê divê em vê meseleya xwe bi sihuletê, bi sîyasetê, bi hîkmetê û bi edaletê çareser bikin, edresa vana jî bi îzna Xwedê HUDA PAR e.
Em di warê vê meseleyê de li Meclîsê dixebitin û bi îzna Xwedê ji îro pêve jî em ê zêdetir bixebitin. Hinek hene ku ji xelkê Kurd re tiştan nîşan didin û dibêjin ev sîyaset e, gelî birano ev ne sîyaset e ev hemaltîya ji çepgirên Tirkan re ye. Yên ku çepgirên Tirkan kirin Meclîsê ji têketina Meclîsê ya HUDA PARê aciz in. Hetta bi devê xwe dibêjin ku ew ji sîyaseta me jî aciz in. Me ji bo zimanê dayîkê xebatek kiribû ew ji wê xebatê jî aciz bûbûn û gotibûn ku em ê ji vêya re îzîn nedin.
Ew ji êrîşên ku ji Şêx Seîd re hatibûn kirin re bertekek nîşan nedan. Bi rastî ew derheqê nasnameya Wî ya Îslamê de jî tiştên baş nafikirin. Ew ji xizmên xwe yên îdeolojîkî re wek hev difikirin lê ditirsin ku ev tiştê bi eşkere bînin ziman. Yên ku qala hebûna Kurdan dikin ji fotoxrafekî re jî tehemmul nekirin.
Zimanê ku Kurdan ji hev re dike neyar ji tu kesî re feydeya wî tuneye. Em ji qurbankirina ciwanên Kurdan a ji bo fantezîyên şoreşa çepgirên Tirk yê Marjînal re ku ew bi rayên Kurdan çûne Meclîsê ne razî ne û em ê îzîn nedin.”
“Kurdê ku destê wî bê girtin li vê derê ye”
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de namzedê Serokê Şaredarîya Êlihê gazî cem xwe kir û destê wî girt û dûre weha got, “Kurdê ku destê wî bê girtin li vê derê ye, Kurdê ku xwedî li bawerîya xwe, zimanê xwe yê dayîkê û çanda xwe derkeve ev e, li vê derê ye, ji we ye, hemwelatîyê we ye, ew ê bi derdê we re bibe derddar, xizmetkirina ji bo we wek şerefê bibîne, ev birayê we yê ku ji derve ve nehatîye ye, ev birayê we yê ku bi pereşûtê nehatîye ye.”
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku meseleya malbatê xeta wan a sor e, “Milletê me li ser malbata xwe dilerize. Minasebetên xizmtîyê saxlem e. Malbat, temela civakê ye. berdewamîya civakê malbat e. Yek ji hedefên zalimên kurewî jî malbat e. Ew dixwazin ku exlaq û malbatê tune bikin. Di bin navê sîyasetê de êrîşî malbatê dikin, di bin navê azadîyê de hemû tiştên gemar bikartînin, ji bona ku wan kesên ji rê derketîyan bixebitin canê xwe didin. Xûşk û birayên min ên delal, malbat mala me ye, sibe roja me ye. Malbat namusa me ye. Ger ku em dixwazin malbata xwe, zarokên xwe û nesla xwe biparêzin edres eşkere ye; edres ev der e, edres HUDA PAR e.”
“Wan kesên ku di bin navê sîyasetê de ji pişta xelkê me menfeatên xwe bikaranîtine, wezîfeya xwe ya esil a şaredarîyê bicîh neanîtin”
Yapicioglu îfade kir ku gelek partî derheqê projeyan de ji dengdêran re tiştekî nedane, “Ji xwe hinekên wan derdê wan yê xizmetê jî tineye. Hinekên wan jî dîmenekî ku ew reht bûne û ew îxtîyar bûne nîşanê me didin. Hema hema em dikarin bibijên di pirî şaredarîyan de bertîl heye. Gelek îsref têne kirin. Torpîl serê xwe girtîye û diçe. Xeyn ji çend şaredarîyan hemû şaredarî di bin deynan de difetisin. Lê ew dîsa jî ji bona ku vê civakê xera bikin çalakîyan bernameyan li dar dixin û ji bo van bernameyan jî bûdçe amade dikin. Wan kesên ku di bin navê sîyasetê de ji pişta xelkê me menfeatên xwe bikaranîtine wezîfeya xwe ya esil a şaredarîyê bicîh neanîtin. Vê xelkê ji avekî paqij re, ji taxekî paqij re yanê ji xizmetê re hesret maye. Bi meseleyên sîyasî hûn nikarin xelatî û kêmasîya şaredarîyan bipêçin. Armanca hilbijartina mehellî, bijartina mirovên ku dikaribin xizmetê bikin e. Ji wan kesên ku meseleyên sîyasî dikin behene û nîyeta wan yê xizmetê tineye re rayan nedin, destekê nedin û prîm nedin wan, li pey wan jî neçin.
Xûşk û birayên min! Yên ku nikarin xizmetê bikin û qepesîteyekî wan yê ewakî tineye êrîşî derdorê dikin û bi vê şeklê dixwazin ku kêmeqlîyên xwe veşêr bidin. Bi rastî tu armanc û nîyetekî wan yê xizmetkirinê jî tineye, derdekî wan yê wisakî jî tineye.”
Yapicioglu namzeda serokê şaredarîya Efyonê ya CHPê bibîrxist û weha got, “Ew dibêje ku derê wan xeyn ji HUDA PARê ji hemû kesan re vekirîye. Yanê derê şaredarîyê ji hemû kesan re vekirîye lê ji Kurdan re girtîye he? Belê sedema pirsgirêka 100 sal an e ev zêhnîyeta CHPê ye, sedema wê jî sîstema înkar û asîmîlasyona ku CHPê saz kirîye ye. Belê bûyera li Efyonê tiştekî dinê jî derxist holê. Ev mesele tenê zêhnîyeta CHPê dernexistîye holê, ev zêhnîyet derxistîye holê ku serokê demborî yê CHPê çiqas bi rehetî li çavên xelkê dinêre û derewan dike.”
Yapicioglu, “Bi taybetê ez bang li wan kesên ku ji partîya xwe re xeyîdîne û dibêjin ez ê neçim sindoqan û raya xwe navêjim dikim: Wan kesên ku di alîyekî de jîyanekî liks û şetefatê dibînin û di alîyekî de jî jîyanekî ku nikare ji kurê xwe re çîqolateyekî bistîne dibînin û ji ber vê yekê îsyanê dikin, wan kesên ku dibêjin me vêya jî ceriband lê tiştekî derneket… hûn ne bêçarene, bila bi dirûşma ‘ev car HUDA PARê’ guhertin dest pê bike.”
Yapicioglu, “Pere qîma me nake gelo? Min pirî caran got û ez cardin dibêjim; memleketê me memleketekî wisa bi berekete ku ne tenê ji 85 milyon însanan re ew ê 185 milyon însanan re jî qîm bike. Pere bi adilî nayê belavkirin. Bi îzna Xwedê em ê bi projeyên şaredartîya civakî ji malbatên feqîr re û ji emekdarên xwe re hilmekî rehet bidin standin.”
“Hûn ne bêalternatîf in, êdî HUDA PAR heye”
Yapicioglu weha got:
“Ey ciwanno, ey pîrekno hûn ne bêalternatîf in. Ev car seferbetîya HUDA PARê ye. Bi îzna Xwedê ew ê ev sefer bi zeferê encam bibe.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.