Yapicioglu: Em ji bona ku ji memleket re xizmetê bikin hene

Yapicioglu: Em ji bona ku ji memleket re xizmetê bikin hene

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu, li navçeya Cûrnê Reşa Rihayê di vekirina biroya hilbijartinê de axivî, got ku ew dema namzedên xwe bijartine dîqet kirin ku bila ew emîn û ewle bin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li navçeya Cûrnê Reşa Rihayê beşdarî vekirina biroya partîya xwe bû.

Yapicioglu, li vê derê ji teref gelek mirovan re hat pêşwazîkirin.

Bername wek mîtîngek derbas bû û bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir.

Yapicioglu îfade kir ku ew sîyaseta xwe bi fikra ku bila însan di navendê de be dimeşînin û armanca wan jî ev e ku ji çar alîyê welatê re edaletê bibin.

Yapicioglu ku îfade kir ew dema ku namzedên xwe bijartine dîqet kirine ku bila namzedên wan mirovên emîn û ewle bin weha got, “Sîyaseta me ne ev e ku li ser yekî dinê qala xwe bikin. Em bi namzedên xwe yên ku me wan bijartîye dixebitin ku bighêjin armanca xwe. Em ji bona ku ji vê welatê re xizmetê bikin hene. Em ji bona ku ji yên dinê re bibin efendî, ji bona ku di jor de li xelkê binêrin talibê vê wezîfeyê nebûne. Ev birayê me yê ku me wan namzed nîşan daye, bi dehsalan e di nav we de ye û hûn jî wî nas dikin ku ew însanekî emîn e.”

“Em ê pereyê xelkê heta dawîya qûrişê di şiûra emanetê de ji bo feydeya milletê bikarbînin”

Yapicioglu derheqê îlkeyên bingeh yê şaredartîyê de axivî û weha got:

“Ya yekemîn edalet. Me edaletê hedefekî ku mitleqe em bikarbînin nîşan kirîye. Û armanca me ya herî mezin jî ji nû ve tesîskirina edaletê ye.

Ya duyemîn emanet e. Em tenê meqama ku ji me re hatîye dayîn wek emanetê nabînin; em can û jîyana ku Xwedê daye me jî wek emanetekî dibînin. Hemû tiştê ku em xwedîyê wî ne emanetekîye û bi me re ye. Ji bona vêya jî em ê heta ku emanetê ji xwedîyê wî yê esil re yanê ji Rebbê xwe re teslîm bikin, ji bona ku ew me bike mirovên emîn em ê duayan bikin. Ger ku xelkê me teweccûh bike û deshilatdarîyê bide me em ê wan meqaman jî wek emanetekî bibînin, pereyê li wê derê jî di şiûra emanetê de bikarbînin.

Ya sêyemînn jî ehlîyet e. Birayên me yên ku werin li vê derê mirovên ehîl in.

Ya çaremîn lîyaqat e. Em dîqet dikin ku wan însanên têne li wan deran bila layîq bin û însanên ku dikaribin ji xelkê re xizmetê bikin bin. Dema ku van exlaqan ji cîhê xwe rûnên, birayên me werin wan meqaman, ew ê xelkê me yê ku di demekî dirêj e li bêvîya xizmetê ye xizmetê bibînin.”

Yapicioglu dûre bi jêkirina qûrdeleyê biroyê vekir. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.