Yekîtîya Ewrûpa: Li Îdlîbê zêdetirî milyonekî însan ji cî û warên xwe bûn
Josep Borrellê Temsîlkarê Bilind ê Polîtîkayên Ewlehîyê û Pêwendîyên Derve yê Yekîtîya Ewrûpayê derheqê koça ku li Îdlîbê pêk tê de nirxandin kir.
Borrell di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir “Ji ber wan êrîşên ji rêzê yên ku li Îdlîbê tên kirin bi sedan kesên sîwîl canê xwe ji dest dan. Êrîş hêj berdewam dikin. Divê kesên berpirs hisabê vê yekê bidin. Li Îdlîbê heta niha zêdetirî milyonekî însan ji cî û warên xwe bûn û dibe ku ev hejmar zêdetir bibe.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.