Yilmaz: Heta ku edalet neyê tesîskirin anîna îdamê dê bibe zilm

Yilmaz: Heta ku edalet neyê tesîskirin anîna îdamê dê bibe zilm

Alîkarê Serokê Giştî yên HUDA PARê Mehmet Huseyîn Yilmaz derbarê nîqaşên îdamê de destnîşan kir: “Heta ku edalet neyê tesîskirin anîna îdamê dê bibe zilm.”

Huseyîn Yilmazê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê nîqaşên îdamê yên ku piştî cinayeta Emîne Bulut destpêkirin de nirxandinan kir.Yilmaz di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir bes bi anîna îdamê ew cinayet û tundîyên ku pêk tên nikarin bên astengkirin.

“Piştî ku sepana îqtîsada Îslamî û hiqûqêa medenî ya Îslamî hat tetbîqkirin dikare hiqûqa cezayê ya Îslamê bê tetbîqkirin”

Yilmaz di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir bi anîna cezaya îdamê pêşîya şiddet û cinayetan nikare bê girtin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hûn ji bo astengkirina sûcekî cezaya herî giran jî bidin ger nirxên exlaqî, civakî û dînî yên ku destekê didin wê cezayê tunebin wê demê dîsa pêşîya wê sûcê nikare bê girtinç.  Wek mînak: li Çînê cezaya îdamê pir zêde heye. Lê belê dîsa jî pêşîya sûcan nikare bê girtin.   Hinek kes dibêjin ’ji bo pêşîya van sûcan bê girtin divê qisas bê tetbîqkirin an jî îdam bê anîn.’ Hinek kes jî dibêjin ‘ger hiqûqa cezayê ya Îslamê hebana ev cinayet nedihatin kirin.’ Lê belê vê yekê ji bîr dikin. Ji bo hiqûqa Îslamê bitesîr bibe divê hiqûqa Îslamê bi şikleke kamil bê tetbîqkirin. Ji bo vê yekê jî divê ew rêyên ku diçin dîzîyê, bêexlaqîyê, şiddetê, fihûşê bên girtin. Piştî ku sepana îqtîsada Îslamî û hiqûqêa medenî ya Îslamî hat tetbîqkirin dikare hiqûqa cezayê ya Îslamê bê tetbîqkirin. Bi kurtasî divê pêşî birêveberîyeke adil û pergaleke hiqûqê ya adil hebe. Ji dêla van tiştan ve bes anîna cezaya îdamê û sepandina wê dê bibe bibit zilm. Çima? Lewra, hûn pêşîya wan  rêyên ku însanan dibin sûcan nagirin û cezayê didin wan kesan ku ger hûn sepaneke bi vî awayî bînin hûn ê zilmê li Îslamê jî bikin. Ji ber vê yekê ev yek qerareke rast nîne. Heta ku edalet neyê tesîskirin anîna îdamê dê bibe zilm."

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.