Zarîf: Rejîma îşxalê ji bo îstîqrar û aştîya navneteweyî gefa mezintirîn e
Wezîrê Karên Derve Muhammed Cevad Zarîf destnîşan kir, rejîma îşxalê ji bo îstîqrar û aştîya navneteweyî gefa mezintirîn e.
Zarîf ji ber minasbeta Roja Qudsê ya Cîhanê li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir û derbarê mijarê de destnîşan kir “Roja Qudsê roja vejandina mafên Filistînîyan e. Hewldanên bicîbûnê ya cîhûyan û rejîma îşxalê li ber tunebûnê ne. Terefê mezintirîn ê ku mafên însanan bin pê dike îşxalker in. Bes îşxalkerên siyonîst li herêmê xwedî çekê nukleer e ku ji ber vê yekê jejîma îşxalê ji bo îstîqrar û aştîya navneteweyî gefa mezintirîn e.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.