Zarokên Rihayî daxwaz dikin ku Quds demildest bê azadkirin
Zarokên Rihayî yên ku dildarên Qudsa pîroz in ji ber minasebeta Roja Qudsê ya Cîhanê destnîşan kirin ew ê Qudsê tu car ji bîr nekin û divê Misliman li Qudsê xwedî derkevin.
Zarokên ku derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivîn hest û ramanên xwe yên derheqê Qudsê de wiha anîn zimên:
Hatîce Bakan: “Quds kengî azad bûbe wî wextî ummet jî azad bûye.”
Hacer Nîda Uşar: “Divê em Qudsê muhafeze bikin û çeteyên siyonîst ji wê derê dûr bikin.Misliman ji bo Qudsê muhafeze bikin pêwîst e dev ji îxtîlafên di nav xwe de berdin û bibin yek.”
Sena Zehra Uşar: “Quds piştî Mekke û Medînê ji bo Mislimanan warê 3yemîn a pîriz e.”
Samet Aksoy: “Quds bi xwînê hatiye standin em nikarin wê bi hêsanî bidin”
Îmam Huseyîn Kiliç: “Filistîn ji bo temamê Mislimanan xala hevpar e. Em zarok daxwaz dikin ku Quds demildest bê azadkirin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.